Îro, li ser daxwaza Dozgerê Komarê yê Enqerê, Dadgerîya Sulh a Ceza ya 6 ya Enqerê di derberê serokê Partîya Yekîtîya Demokartîk (PYD) Salih Muslim de -ku partîyeka rojevaya Kurdistanê ye- biryara girtinê wergirt. Hat ragahandin ku navê wî di bûyara 17ê Sibata 2016ê de ku li Anqerê qewimîye de derbas dibe.
Wek dihê zanîn di wê bûyarê de tirimbelek bi bombebarkirî li nêzî Fermandarîya Giştî ya Tirk hatibû teqandin; 28 kes miribûn û 61 kes jî birîndar bibûn.