Karvedanên serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu didomin. Li gel mijara şerê li Ukraynayê, rojeva sereke operasyona ser Rojavayê Kurdistanê bû. Lê di dawiya hevdîtinê de bi awayeke eşkere Tirkiye bo operasonê Rûsyayê qanih nekir, bes Rûsya got, “ew fikarên Tirkiyê têdigihîjin.”
Tirkiyeya ku hewl dide cara 5an operasyoneke serbazî li nav xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne him li qadê him jî li ser maseya dîplomasiyê zor û zextên xwe yên li ser aliyan didomîne.
Di vê çarçoveyê de serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo Enqereyê û hevdîtina wî ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Lewra rojeva sereke ya hevdîtinê egera operasyona ser Rojavayê Kurdistanê bû, ya din jî vekirina korîdora bo genim û xurekên li benderên Ukraynayê bû. Daxwaza sereke ya Enqereyê ji Moskowê ev e ku ew bo operasyonê qada asîmanî veke, lê di encama hevdîtinê de xuya bû ku her du alî negihiştine rêkeftinê.
Li gorî hin pisporan Tirkiye dikare di rojên bê de Rûsyayê qanih bike, lê qanihkirina Amerîkayê zehmet dixuye. Li aliyê din HDP û beşekî mixalefeta Tirkiyê didin zanîn, desthilat ne ji bo gefa ewlehiyê bes ji bo destkeftiyên siyasî û hilbijartinê mijara operasyonê ji xwe re dike amûreke siyasî. Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî li ser pirsa Rûdawê got, ew di vê konjokturê de pêkanîna operasyonê bi rîsk û endîşe dibînin.
Serokê Saziya ORSAMê Ahmet Uysal dibêje: “Tirkiye dikare operasyon pêk bîne. Lê ev yek bes bi Rûsyayê re girêdayî nîne. Lewra Amerîka û hin hesabên din hene. Ji ber şerê bi Ukraynayê û pêwistiya wî ya bi Tirkiyê re ez ne bawer im Rûsya zêde li dijî operasyonê derkeve. Lewna qanihkirina Rûsyayê wê zêde nebe problem.”
Mijara operasyona ser Rojavayê Kurdistanê wek rojên berê êdî di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de zêde nayê behskirin. Lewra li gorî HDP û beşekî mixalefetê desthilat ne ji bo gefa ewlehiyê bes ji bo destkeftiyên siyasî û hilbijartinê mijara operasyonê ji xwe re dike amûrek.
Cîgirê Hevseroka HDPê Tulay Hatimogulları Oruç jî got: “Jixwe operasyonên Tirkiyê li ser hin herêmên Rojava dewam dikirin. Lê armanca Tirkiye ev e ku bi êrîşên asîmanî operasyoneke berfireh pêk bîne. Lê ji bo vê lazim bû Amerîka û Rûsyaya ku li herêmê bi bandor in destûr bidana. Lê em dibînin ku her du welat jî bi taybetî di mijara qada asîmanî de peyama erêkirinê nedane. Divê civata navdewletî rê nede vî şer û pevçûnê.”
Partiya Saadetê ku di nav Tifaqa Miletê ya opozîsyonê de cih digre, di operasyonên berê yên Tirkiyê de bi eşkereyî piştgirî dida hikûmeta AK Partiyê. Lê niha ew ji ber konjoktura heyî ya polîtikaya derve û ya navxweyî bi endîşe û bi temkîn nêzî operasyonê dibin.
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî got: “Ev mijar bûye mijareke pir bi rîsk. Li seranserê sînorê Sûriyeyê herêmên ku Tirkiye lê bi bandor e hene. Lê heremên ku Rûs bi hikûmeta Sûriyê re kontrol dikin jî hene. Heremên ku Amerîkî bi PYDê re kontrol dikin jî hene. Ji loma jî şerkirina bi van hêzan re dê bibe sedema dilgiraniyên cidî. Jixwe ji serî ve polîtîkaya Sûriyê xelet bû.”
Li gorî pisporan ji bo ku Tirkiye karibe midaxeleyî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike lazim e du aktorên kurewî Rûsya û Amerîkayê qanih bike. Amerîka bi eşkereyî dide zanîn ku ew li dijî operasyonê ne, Rûsya jî balê dikşîne ser rewşa Idlib û formata hevdîtinên Astanayê. Ji loma jî li gorî hin nirxandin û kulîsan Tirkiye dê operasyona xwe bipaş bixe yan jî wê bi awayekî sinordarkirî êrîş bibe ser hin deverên Minbic û Til Rifatê.
Rûdaw