Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyan, 10 kamyonên ku bi çeperên betonê barkirî bûn, gihane navçeya Reyhanlî ya Hatayê li ser sînorê Sûrîyê.
Çeberên betonê ji bo hêzên artêşa Tirkîyê yên li ser sînorê Sûrîyê cîbicîbûne, hatine veguhistin.
Li gorî zanyarîyên ku hatine belav kirin, çeberên ku ji bo leşkeran hatine veguhestin, giranîya her çeperekê 9 ton e û bilindahîya wan jî 2 metre ne û gule tê re derbas nabin.