Tirkiye daxwaz ji Googleyê dike ku navê Kurdistanê jê bibe

Wezîrê Gihandin û Binesazî yê Tirkiyê Cahit Turhan dibêje: "Ji bo ku Nexşeya Kurdistanê ji Googlê derbixin, me serî li vê saziyê daye".

Rayedarên Tirkiyê ku serî li Rêveberiya Googlê dan, da ku navê Kurdistana mezin di nexşeya cîhanê de derbixe.

Hat gotin ku IYI Partiyê babeta Nexşeya Kurdistana mezin ya Google, anî bû rojevê.

Wezirê Gihandin û Binesaziyê Cahit Turhan bi daxuyaniyekê da zanîn: "Wan serî li Rêveberiya Googlê daye, da Nexşeya Kurdistanê ku perçekirina Tirkiyê destnişan dike, ji Mapê rakin".

Cahît Turhan got: Jibo ku ev nexşeya Kurdistanê ji nexşeyên cîhanê bê derxistin, ew xebatê dikin û vê babetê dişopînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin