Tirkiyê dest bi şerekî giran li Rojavayê Kurdistanê kir

.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, şeva borî li Eyn Îsa, dest bi êrîşeke berfireh li ser binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk û du gund kontrol kirin. Di encama şer û pevçûnan de, ji her du aliyan bi kêmanî 11 kes hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, şeva borî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi berfirehî êrîşî bakurê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirin û piştî şer û pevçûnên giran li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), her du gundên Cehbel û Muşêrfe gundewarên Eyn Îsayê kontrol kirin.

Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê Girê Spî û bakurê Reqayê û li ser rêya navbera parêzgeha Hesekê û Helebê ye û cihekî stratejîk e.

Çavkaniyên Rûsî destnîşan dikin, êrîş ji aliyê koma çekdar a Ehrar el Şerqiye ve hatiye pêkanîn û di encama êrîşê de, koma çekdar a girêdayî Tirkiyê, her du gundên Cehbel û Muşêrfe yên li ser rêya navdewletiya M4 kontrol kirine.

Herwiha çavkanî diyar dikin, ku artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir li gundên Ebû Xerze, Sellûm û Romane, li nêzîk rêya sereke ya navbera Heleb û Hesekê bicih kiriye.

Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, behsa şer û pevçûnên giran li gundewarê Eyn Îsayê di navbera hêzên HSDê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dikin. Li gor zanyariyên ku wan çavkaniyan belav kirine, di encama şer û pevçûnan de, ji her du aliyan bi kêmanî 11 kes hatine kuştin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl destpêka vê hefteyê ragihandibû ku Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê navçeyên zêdetir kontrol bike.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne