Artêşa Tirkiyê îro dest bi topbarankirina navenda bajarê Kobanî û derdora wê kir. Herwiha gundewarê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê bi giranî ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatin topbarankirin.
Çavkaniyekî ji Kobanî bo Rûdawê ragihand, ji demjimêr 10:00 sibehê ve artêşa Tirkiyê navenda bajarê Kobanî û gundên derdora wê topbaran dike.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir, 10 gulleyên topan li girê Miştenûr û rojavayê bajarê Kobanî ketine, herwiha dengê teqeyê li çend xalan li ser sînor tê bihîstin.
Li gorî agahiyên ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ve, gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li rojavayê bajarê Kobanê, herwiha bajarokê Şêxlera Jorîn ê li hember bajarê Cerablusê li qiraxa rojhilatê çemê Firatê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine topbarankirin.
Hin dîmenên topabrankirina Kobanî û derdora wê li ser medyayên civakî hatine belavkirin. Di dîmenekê de topbarankirina Girê Miştenûr tê dîtin ku piştî ketina gulletên topê dûkel jê bilind dibe.
Herwiha di hin dîmenan de xuya dibe ku zirar gihîştiye milk û malên welatiyan.
Derbarê zirarên topbaranê û herwiha hûrgiliyan de hêj ti agahiyên fermî nehatine bidestxistin.
Di wan demên dawî de Tirkiyê topbarana navçeyên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêdetir kiriye.
Gundewarê Til Temirê bi dijwarî tê topbarankirin
Li aliyekî din, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve 6 gundên ser bi bajarokê Til Temirê jî bi giranî topbaran kirin.
Li gor zanyariyan, gundên Tewîla, Gozeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tewîl û Selmase yên li rojavayê Til Temirê îro hatine topbarankirin.