Parêzgerê bajarê Hekkariya Ali Çelik ragihand ku di navbera navça Rûbarok (Derecik) û Başûrê Kurdistanê de dîwar ava kirine. Li gor ragihandina parêzgeriyê; dirêjahiya dîwar 2.150 metreye û bilindahiya dîwêr 4 metreye.
Ali Çelik ragihand ku dîwar ji bo ewlehiya navça Rûbarokê hatiye ava kirin. Li gor malpera parêzgehê; dîwar di bin çavdêriya rêvebiriya koçê û rêvebiriya taybet ya parêzgehê de hatiye avakirin.
Bi dîwar re qereqolekî cendirmeyan û barûya çavdêriyê jî ava kirine.