Tirkiye di warê azadiya akademiyê de di nava welatên herî xerab de ye

.

Ew demeke akademiya Tirkiyê bi çalakiyên li Zanîngeha Bogazîçî careke din di rojevê de ye. Çend salên dawîn in ku ti zanîngeheke  li Tirkiye nikare di nava lîsteya 500 zanîngehên baş ên cîhanê de cîh bigire. Li hêla din rapora azadiya akademîk dide nîşan ku Tirkiye di warê azadiya akademiyê de di nava 10 welatên herî xirab de cîh digire.

Mamosteyên Zanîngeha Stenbolê xwestin ji bo piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê daxuyaniyekê bidin, lê ji ber ku polîsan nehişt rawestin, wan jî bi meş daxiyaniya xwe dan.

Enstituya Polîtîkayên Raya Giştî Ya Cîhanê jî balê dikêşe ser vê rewşê û dide zanîn ku li Tirikye azadiya akademîk ketiye ber xetereyê. Herwiha rapora vê saziyê ya salane jî eşkere dike ku Tirkiye di warê azadiya akademiyê de di rêza 135an de cîh digire ku di wê lîsteyê de 144 welat hene.

Rektorê berê Prof. Îlter Turan dibêje: “Li wan cihên ku jiyana akademîk bi awayekî azad nemeşe, îmkanên akademisyenan jî bi piranî têne dorpêçkirin da karibin zanîna rast biafirînin. Ji ber van astengiyan jî prestîja zanîngehan li qada navdewletî kêm dibe û wêşan û xebatên wan ên ku cîhan qîmetê bidê jî her ku diçe kêm dibe.”

Rapora Înteksa Azadiya Akademîk balê dikêşe ser wê yekê ku akademiya Tirkiye di navbera salên 99 û 2002an de li asteke gelekî baş bûye û heta carina jî li lûtekya cîhanê cîh digirtiye. Lê di deh salên dawîn de ew rewş têk çûye. Welatên weke Filîstîn, Bangladeş, Cezayîr, Tayland hetta  Senegal û Pakîstan jî di warê azadiya akademiyê de ji Tirikye baştir têne nîşandan.

Akademisyên Nezîh Onûr Kûru jî got: “Dema ku azadiya li zanîngehan kete ber givaşan, tu cûdahiyeke wan ji saziyên din ên fermî namîne. Zanîngeh dibin cihê karûbarên dîplomatîk ên ji rêzê. Ew rewş di heman demê de dibe astengî da ji wan deran fikr û ramanên ku jiyana mirovahiyê azadtir bikin jî dernekevin. Dema li welatekî rewşa zanîngehan ew be, ew welat vedigere çol û biyabaneke ku jiyan lê nemeşe.”

Li Tirikeyê û Bakurê Kurdistanê di nava deh salên dawîn de bi dehan zanîngeh hatin vekirin. Hejmar bi giştî bûye 203. Her sal bi deh hezaran xwendevan perwerdeya xwe diqedînin û hin ji wan dibin mamoste. Lê amareke din jî nîşan dide ku ji 196 rektorên li Tirikye, 68ên wan hîç gotareke zanistî jî nenivîsî ne. Dîsa 71 rektor jî hene ku li qada navdewletî hîç gotin an kirineke wan weke referans nehatiye dîtin û hîç behsa xebateke wan nehatiye kirin.

Stêrk Rawîn: Rûdaw


 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!