Li gor nûçeya Ercan Baysal a rojnameya Tirkî ya Starê; hatîye îddakirin ku Wezareta Parastinê û Wezareta Aborî yên Tirkiyê bi hev re plan dikin ku di navbera sînorên Îran û Ermenêstanê de ku dikeve ser bajarên Kurdistana Bakur Qers, Ixdir û Ardehanê dîwar çêkin.
Bilindahiya dîwaran 3 firehiya wan jî 2 metre be û li ser dîwaran têlên cilêt dê bihên kişandin û diwar dê portetîf û guherbar be.
Armanca çêkirina dîwêr ”micadeleya li dijî teror û qaçaxçiyê” nîşan didin.
Wek dihê zanîn dîwarê di navbera sînorên Tirkiyê û Sûriyê de jî çêkiribûn.