Tirkiye | Dosyayên rakirina parêzbendiya 20 parlamenteran gihîşt parlamento

.

Hat ragihandin ku dosyayên rakirina parêzbendiya 20 parlamentarên HDP û CHPê bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

Hat diyarkirin ku 22 dosyayên rakirina parêzbendiya 20 parlamentaran bi navê tezkereya Serokomariyê bo Komîsyona Dadê û Destûrê ya parlamenê hatine şandin.

Parlamentarên ku rakirina parêzbendiya wan tê xwestin ev in: Cîgirê Serokê CHPê Seyit Torun, parlamentarê nCHPê Orhan Sarıbal,  Unal Çevikoz, Onursal Adıguzel, Gamze Akkuş İlgezdi, Aykut Erdogdu, Bulent Kuşoğlu, Yıldırım Kaya, Gulizar Biçer Karaca û Lale Karabiyik in.

Parlamentarên HDPê yên dosyeya wan hatiye şandin jî Murat Çepni, Dersim Dağ, Tulay Hatımoğulları Oruç, Huda Kaya, Hakkı Saruhan Oluç, Murat Sarısaç, Feleknas Uca, Pero Dundar, Sezai Temelli û Semra Guzel in.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e