Tirkiye: Em bi Bexda û Hewlêrê re di hevahengiyê de ne

.

Çend çavkaniyên li Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ji medyaya fermî ya wî welatî re ragihand, “Pêvajoya rûbirûbûna terorê Ii Îraqê bi awayek serkeftî berdewam e û derbarê wê, xebatên me bi Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Herêmê, bi erênî û li ser bingeha hevahengiyê tên meşandin.”

Heyama çend mehan e şandeyên Tirkiye û Îraqê mijûlî avakirina navendeke hevpar a operasyonê ne ji bo “rûbirûbûna gefan” ku merema Tirkiyê jê, Partiya Karkerên Kurdistan-PKKê ye. Debrarê wê, çavkanî diyar dikin, “Karên teknîkî yên avakirina navendê bêyî pirsgirêk û kelem berdewam in.”

23’ê Nîsana îsal, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler ragihand, “Em li ser avakirina navendeke hevpar a operasyonê dixebitin, herdu alî jî li ser avakirina navendê li hev hatine û berpirsiyariyên herdu welatan li navendê tên diyarkirin.”

Ew yek piştî wê tê, di navîna meha Gulana îsal de, Îraqê PKK weke rêkxistineke qedexe bi nav kir, lê Tirkiyê bang kir PKKê bixin lîsteya terorê.

Ji destpêka îsal ve rayedarên Tirkiyê ragihandin, bi merema girtina sînorên Tirkiyê bi rûyê PKKê de, dê ji havînê ve nuqteyên xwe yên li Herêma Kurdistanê tundtir bikin, di vê çarçoveyê de jî heyama çend hefteyan e Artêşa Tirkiyê ji sînorê parêzgeha Duhokê ve daketiye nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û her roj şer û pevçûn di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê de diqewimin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin
Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir
Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî
Belgefilma Malmîsanij dê li Amedê bê nîşandan