Tirkiyê êrîşî HSDê kir: 2 şervanan jiyana xwe ji dest dan

.

HSDê ragihand, Tirkiyê bi dornê êrîşî ser xaleke leşkerî ya wan a li bajarokê Till Hemîsê kiriye û di êrîşê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş îro saet 10:00 sibehê li sînorê bajarokê Til Hemîsê li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê hatiye kirin.

HSD ragihandiye, di êrîşê de ku bi dronekê hatiye pêkanîn, xaleke leşkerî ya hêzên ewlekariya Kampa Holê li gundê Qeyrewan ê li başûrê Til Hemîsê hatiye hedefgirtin û di encamê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro beriya nîvro saet di 10:00’an de, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Qeyrewan ê Til Hemisê kir. Di vê êrişê de hêzên ku ewlehiya Kampa Holê digirtin, hat hedefgirtin. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me şehîd bûn. ”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê amaje bi wê yekê kiriye ku Tirkiyê berê jî êrîşî hêzên ku ewlehiya Kampa Holê diparêzin, kiriye û tekez kiriye, “derheqê bûyerê de agahiyên din û nasnameyên her du şehîdan di demên pêş de dê bi raya giştî re werin parvekirin.”

Kurdistan Haberleri

2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye
Metran Beşar Werde: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya li Romayê şanazî ye ji bo Xiristiyanên Kurdistanê