Tirkîyê herî kêm 2 hezar çekdarên Sûrî şandîye Lîbyayê!

Tê gotin ku Tirkîyê herî kêm 2 hezar çekdarên Sûrî derbasî Lîbyayê kirîye ji bo ku li dijî hikûmeta general Xelîfe Hefter şer bikin.

Navenda Nûçeyan- Dezgeha Sûrî ya çavdêrîya mafên mirov, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihandîye, Tirkîye li ser şandina hêz û çekdarên Sûrî bo Lîbyayê berdewam e û duhî jî 260 çekdarên Sûrî şand Lîbyayê.

Wê dezgeha mafên mirov daye zanîn, bi giştî Tirkîyê di heyama çend rojên borî de herî kêm 2 hezar çekdarên Sûrî şandîye Lîbyayê da ku li kêleka hikkûmeta Fayîz Serrac li dijî hikûmeta Xelîfe Hefter şer bikin.

Tê gotin ku ew çekdarên Sûrî li hember wergirtina dirav û mûçe diçin Lîbyayê şer dikin.

 

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be