Navenda Nûçeyan- Tembûr amûrekî musiqîya irfanî ye û ji alîyê Kurdên Yarsanî ve weke amûrekî pîroz tê dîtin. Bi sedan sal e kelam, deqên ayînî û pîrozbahîyên Yarsanîyan li gel vê bi awaz ve tên xwendin û di merasîmên ayînî yên Yarsanîyan de roleke sereke heye. Niha Tirkîye hewl dide li UNESCOyê wî amûrê Kurdên Yarsanî li ser navê xwe tomar bike.
Ji 72 meqamên Yarsanîyan ku bi tembûrê tên xwendin 56 jê kelam in. Parêzgeha Kirmanşanê melbendeke sereke ya Yarsanîyan e. Tembûr zêdetir ji 4 hezar sal e di wê navçeyê de tê çêkirin û dijenîn.
Omêd Qadirî, Rêveberê Mîrata Çandî ya Kirmanşanê derbarê hewldanên Tirkîyê yên bo tomarkirina wî amûrê Kurdî li ser navê xwe, dibêje, heta niha zanyarîyeke zelal li ser van hewldanan di destê wan de nîne.
Mihemed Hesen Talbîyan, Cîgirê Mîrata Çandî li Wezareta Çand û Pîşesazîya Destî, red dike ku Tirkîyê tiştekî bi vî rengî di malpera UNESCOyê de tomar kiribe.
Talbîyan amaje bi wê dike, “Eger Tirkîye bikeve nav hewldaneke bi vî rengî, Îran dê hewl bide bi hevbeşî be.” Ew dibêje, dosyeyên curbicur hene û ew nikarin hemûyan tomar bikin.
Tevî ku ev tembûr amûrekî mohra çanda Kurdî li ser e, lê Tirkîye dixwaze wî amûrê kurdewarî li rêxistina UNESCOyê li ser navê xwe tomar bike.
Elî Muradxanî, cîgirê berê yê Wezîrê Çand û Irşadê, dibêje, “Em neçar in beşek ji pîşezasî û mîratên çandî bi hevbeşîya li gel hinek welatên din tomar bikin.”
Ev ji alîyê ti kesî ve ne cihê qebûlkirinê ye. Ferzad Şehsewarî, Serokê Encûmena Musîqaya Kirmanşanê, dibêje, grûpa wan ji 600 jenyarên tembûrê yên xelkê Kirmanşanê pêk hatîye ku eger barê darayî dabîn bibe, sê perçe musîqa bêstûm amade dikin û belav dikin bo ku rê li ber wê bigirin tembûr bi navê Tirkîyê li UNESCOyê bê tomarkirin.
Tembûr niha di asta niştimanî ya Îranê de jî weke amûrekî kevn nehatîye tomarkirin, ev pêş mercê tomarîya cîhanî ya tembûrê ye.
Derwêş Pîrinyakan, Berpirsê Grûpa Tomarîya Cîhanî ya Kemançe, amaje bi wê dike, “Tirkîye nikare tembûrê li ser navê xwe tomar bike, eger balyozê Îranê li UNESCOyê li dijî vê hewldanê raweste.”
Derwêş Pîrinyakan dibêje jî, “Berpirsên çandê yên Îranê ti hewlekê bo tomarkirina tembûrê nadin.”
Omîd Qadirî, Rêveberê Mîrata Çandî ya Kirmanşanê, radigihîne, “Şarezayên Wezareta Mîratên Çandî soz dane me, heta destpêka havîna sala bê, Dallaho weke bajarê niştimanî yê tembûrê li ser asta Îranê tomar bikin. Lê hinek merc hene ku divê bên cîbicîkirin. Ji wan jî navlêkirina şeqamekê bi navê tembûrê û pêkanîna peykerekê bo tembûrê.”
Lê dibe ku heta Îran bi vê hêdikahîyê karûbarên li ser vê mijarê dimeşîne, ew derfet ji dest biçe.
Rûdaw