Tirkîyê hêz şand bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Artêşa Tirkîyê hêzeke leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, şand herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.‎

Navenda Nûçeyan- Li gor medyaya Tirkîyê, karwanê leşkerî ku ji otomobîlên zirxhî û serbazan pêk dihat, ji bajarên cuda yên Tirkîyê weke piştevanî bo yekîneyên ser sînor gehişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê.

Karwanê demjimêrên şevê di jêr tedbîrên ewlekarîyê de, gehişte xeta sînorî ya navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çû Derîyê Sînor Oncupinarê, dûv re ber bi xeta sînor dewam kir.

Hat ragihandin, leşker û otomobîlên zirxpoş wekî piştevanî ji bo yekîneyên Tirkîyê yên li ser sînor hatine şandin.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e