Karwaneke bi 50 barhilgiran ku hejmareke Tank û Tophavêj û zirîpoş û pêdawîstiyên lojîstîk pêk tê, weke hêza piştevaniyê şandine ser sînorê Sûriyê.
Ew karwana leşkerî ber bi navçeya Reyhanli ya Hatayê ve rêketiye.
Wek tê zanîn Duh Wezareta Derve û Wezareta Berevanî, Serfermandarê Tirkiyê bi mijara “avakirina herêma ewle li Sûriyê” civînek saz kiribûn.
Ev yek di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê dibêjin operasyoneke serbazî li rojhialtê Firatê bidin destpêkirin.