Tirkiye îro li ser operasyona rojhilata Firatê biryar dide

Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê (MGK) li ser şerê PKKê û operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê dicive.

Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê (MGK) li ser şerê PKKê û operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê dicive.

Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê dê îro bi serokatiya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser çend mijarên kirîtîk bicive. Li gorî medyaya Tirkiyê, yek ji wan mijaran şerê PKKê û operasyonên li hember wê rêxistinê ye.

Mijareka din ya ku dê di civîna han de were axaftin û biryar li ser were dayîn, operasyona li hember Rojavayê Kurdistanê û YPGê ye.

Şeva borî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar ji Wezîrê Berevaniya Amerîka re ragihandibû, eger ew li ser pêkanîna herêma aram li rojhilatê Firatê (beşek ji Rojavayê Kurdistanê) li hev nekin ewê bi tena serê xwe wê herêmê pêk bînin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne