Wezîrî Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dibêje NATO li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) “nekete tevgerê” û Tirkiyê bi tenê hiştine. Akar diyar kir ku Tirkiyê ji bo plana çêkirina heremekê li Rojava, gelek caran bang li NATOyê kiriye.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di merasîma vekirina Fermandariya Navenda Mikemeliyata Ewlekariya Deryayî ya NATOyê, beriya hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar daxuyaniyek da.
Akar di derbarê çareserkirina pirsgirêkên S400an de jî axivî û got "Me diyar kir ku em amade ne ku di warê teknîkî de li ser fikarên muxatabên bisekinin. Çareseriyên maqûl û mantiqî her dem gengaz in.”
Akar ji ber ku NATO li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) “neketiye tevgerê, rexne lê kir û wiha got “Tirkiyê, li dijî çalakiyên PKK / YPG û DAIŞê yên li bakurê Sûriyê ku ewlehiya neteweyî û aramiya herêmê tehdîd dike, ji bo ku bi hevre têkoşîn bikin gelek caran bang li hevalbendên xwe kiriye. Me gelek caran ji hevalbendên xwe yên NATOyê re bo çêkirina herêmek ewledar li Sûriyê pêşniyar kiriye û me bi hev re li ser hin pilanan li hev kir. Lêbelê, hewcedariyên van lihevkirinan nehatine cîbicîkirin û Tirkiyê di têkoşîna terorê de bi tenê hat hiştin.”
Akar di derbarê DAIŞê de jî wiha got “Tirkiyê, ji bo ku êşên gelê Sûriyê biqedîne, welatê NATO yê ku barê herî giran daye ser milê xwe ye û Hêzên Çekdar ên Tirk di heman demê de tenê arteşa NATOyê ye ku li dijî DAIŞê sing bi sing şer kir. Hêviya me ew e ku hevalbendên me di têkoşîna terorê de bi me re hevbeş tevbigerin. Divê ji pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê re Tirkiyeyê re bi hev re li çareseriyan bigerin û li kêlaka me bisekinin.”
Herwiha Hulusî Akar bi Wezîrê Berevaniyê ye Amerîkayê Llyod James Austin re bi rêya telefonê hevîtinek pêk aniye û wiha got “Em ê li gorî biryarên ku ji aliyê serokên dewletên me ve hatine girtin, xebatên pêwîst bimeşînin.”
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Akar ragihand ku wan ji bo kirîna sistemên bergirgiyên esmanî bi Amerîkayê re ji bo mûşekên Patriot û bi Fransa-Italyayê re jî ji bo mûşekên SAMP-T hewl dane lê ji ber hinek sedeman mimkûn nebûye.
Akar diyar kir ku ji ber şertên guncaw wan ji Rûsyayê mûşekên S-400 sitendine û sedema stendina wan mûşekan parastina welatiyên wan e.
Li aliyê din ji çareserkirina pirsgirên S-400an Akar wiha got “Me diyar kir ku em amade ne ku di warê teknîkî de li ser fikarên muxatabên bisekinin. Em di danûstandinan de vekirî û eşkere tevdigerin. Çareseriyên maqûl û mantiqî her dem gengaz in.”
Rûdaw