Rojnamevanê Washington Postê Cemal Kaşıkçı di 2 yê cotmehê de çûbû balyozxaneya Erebistanê û jê pê de ti agahî jê nehatibû sitendin. Welîahdê Erebistana Si’ûdî Muhammed bîn Selman roja înê gotibû ku ew amadene da îznê bidin Tirkiyê ku li balyozxanê lêgerînê bikin.
Destgirtiya rojnamevan ragihandibû ku heya ber balyozxanê bi hevre çûne û paşî ti agahî ji Kaşıkçı nestendiye.
Roja bûyerê bi 2 balafiran 15 kes ji Erebistanê hatine balyozxanê û paşî vegeriyane. Medya dinyayê besh dike ku dibe di nava balyozxanê de Kaşıkçı hatibe kuştin. Niha polîs û MİTa Tirkiyê li ser mijarê hûr bûne û lêpirsîna wan dewam dike. Li dîmenên kamerayê yên balyozxanê û balafirgehê lêkolînan dikin.
Erebistan mijara kuştina wî red dike û di derbarê 15 kesên ku ji Erebistanê hatine û 2 siet li balyozxanê mane de, ti agahî nade. Serokê komela medya Tirk û Ereb Turan Kışlakçı ragihandibû ku Kaşıkçı di balyozxanê de hatiye kuştin.