Tirkiye ji Peymana Stenbolê ya taybet ji bo rûbirûbûn û rêlibergirtina tundûtûjiya li hember jinan, vekişiya.
Konseya Ewropayê sala 2011an li Stenbolê peymanek taybet bo rêlibergirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan pêk anî û Tirkiye yekem welat bû ku ew peyman îmza kiribû û pesend kiribû.
Ew peymana taybet bi mafên jinan, ji ber ku li Stenbolê hatibû îmzekirin, li qada navdewletî wek Peymana Stenbolê tê naskirin.
Ew peyman bi pesendkirina 10 welatan sala 2014an ketibû warê cîbicîkirinê û Tîrmeha 2019an jî ji aliyê Yekîtiya Ewropa û 34 dewletan ve hatibû pesendkirin.
Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî û heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye pesendkirin.
Lêbelê ev heyamek e li Tirkiyê derbarê wê peymanê de nîqaş zêde bûbûn û aliyên nêzikî hikûmetê daxwaz dikirin ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişe û ev yek rastî bertekên navxwe û derve hatibû.
Lê tevî nerazîbûnan jî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya.
Herwiha ev biryar di demekê de ye ku li Tirkiyê tundûtûjiya li dijî jinan û bûyerên kuştina jinan zêde bûne.