Tirkîyê karwanek din a serbazî derbasî parêzgeha Idlibê kir

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûrîyê, Tirkîye karwanek alîkarîyên serbazî ku ji 100 barhilgiran pêkhatibû ,ji derîyê Kifr Losîn derbasî parêzgeha Idlibê kirîye

Navenda Nûçeyan - Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûrîyê, Tirkîye karwanek alîkarîyên serbazî ku ji 100 barhilgiran pêkhatibû ,ji derîyê Kifr Losîn derbasî parêzgeha Idlibê kirîye.

Li gorî medya Opozisyona Sûrîyê, di nav wê karwanê de, tank, zirîpoş û sîstema berevanîyê jî hebûn.

Di dema hefteyekê de Tirkîyê 700 otombêl û barhilgirên tejî alavên serbazî derbasî Idlibê kirîye.

Piştî rûdana alozîyan li derdora Idlibê û êrîşa artêşa Sûrîye ser hêzên Tirkîye û kuştina gelek serbazên wan, rewş li deverê gelek metirsîdar e û Tirkîye hêzên nû rêdike herêmê. Êrîşên artêşa Sûrîye jî, bi piştgirîya Rûsya liser Idlibê berdewam e.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e