Tirkîye konsolxaneya Mûsilê dîsan vedike

Doh roja pêncşemê 09.01.2020an Konsolê Tirkîyê li Mûsilê Mehmed Kucuksakallî aşkere kir wan mohlet ji hikûmeta Iraqê wergirtîye ku îsal konsolxaneya Mûsilê vekin.

Navenda Nûçeyan- Ligor ajansa AAyê ya Tirkîyê belav kirîye Mehmet Kuçuksakalli aşkere kirîye, wan ligel alîyên peywendîdar ê Mûsil dest bi danûstendinê kirîye û di maweya salekê da wê konsolxaneya xwe careka din vekin.

 Mehmet Kucuksakalli amaje bi wê yekê jî kirîye di destpêka vê mehê da wî serdana Mûsilê kirîye û ligel berpirsên parêzgaha Mûsilê jî civîyaye. Herwiha cihê konsolxaneyê jî hatîye dîyarkirin û di îsal konsolxaneya xwe vekin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi ser konsolxaneya Tirkîyê ya Mûsilê da girtibû û ew dîl girtibûn. Herwiha piştî bi demekê jî ew azadkiribûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e