Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç-29” da destpêkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 4ê Tebaxa 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya leşkerî hatiye destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-29” bi beşdarbûna 632 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.
Operasyonên Tirkiyê nêzîkî heşt mehane bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine û berdewam in.