Tirkîyê li Dihokê PKK kire armanc: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li gundê Reşankê yê ser bi nahîya Zawête ya li sînorê parêzgeha Duhokê çar kesên di otomobîleke PKKê de, bûn armanca bombebarana firokeyên Tirkîyê.

Li gor nûçeya Kurdistan24ê, di encama bombebaranê de 3 kesan jîyana xwe ji dest dane û ji wan kesek jî bêserûşûn e.

Hat ragihandin ku hêj nasnameyên qurbanîyan ne dîyar in û ji ber agirketina bi otomobîlê, nayên nasîn.

Tîmên agirkuj, polîs û ambulans gihiştin cihê rûdanê û qurbanîyên bombebaranê veguhestin.

Tirkîye di 17ê Hezîranê de li dijî gerîlayên PKKê bi navê "Pençe Piling" operasyon dabû destpêkirin.

Di 11ê Tebaxa 2020an de jî hêzên pasevanîya sînor ên Iraqê dema li gel endamên PKKê di civînê de bûn, ji alîyê firokeyeke bêfirokevan a Tirkîyê ve hatin bombebarankirin û di encamê de du fermandarên Iraqî û şofêrê otomobîla wan, jîyana xwe ji dest dabûn.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e