Tirkîye: Li herêma Idlib ya Sûrîyê du serbazên me hatin kuştin

Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, li herêma Idlib ya Sûrîyê çar serbazên wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihand, li herêma Idlib ya Sûrîyê çar serbazên wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezareta berevanîya Tirkîyê li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandîye, duhî li Idlibê û di bordûmana firokeyên rêjîma Sûrîyê de du serbazên wan hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.

Wê wezareta Tirkîyê daye zanîn, wan jî bersiva êrişên rêjîma Sûrîyê dane û dest danîne ser sê tangên rêjîmê û “114” serbazên wan jî kuştine û birîndar kirine.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e