Hat ragihandin, di dema ku hejmarek welatiyan dixwestin bi qaçaxî ji navçeyekê di navbeyna gundên Erade û Feqîra yên di navbeyna bajarên Dirbêsiyê û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin. Di encam de 4 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku sê ji wan jin in, û 5 welatiyên din jî brîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, heta niha termên welatiyan li ser sînor in û ji tirsa gulebarankirina cendermeyan kes nikare nêzîk bibe û termê wan rake û birîndar bo nexweşxaneyên bajarê Serê Kaniyê hatine veguhestin. Rewşa birîndarekê jî, xerab e.