Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, artêşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên alîgirên wê li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dikin.

 

Navenda Nûçeyan-  Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, artêşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên alîgirên wê li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dikin.

 

Êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin û roj bi roj jî metirsîdartir dibin. Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û bi sedan hezar kes jî koçber û derbider bûne.

 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî li ser komkujîya Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê raportek belav kirîye û ragihandîye, artêşa Tirkîyê û çekdarên alîgirên wê bi komkujîya sivîlan û gulebarankirina wan sûcên şer dikin.

 

Rêxistin daye zanîn ku gelek belge li ber destê wan hene, tevahîya belgeyan jî nîşan didin ku li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer tên kirin.

 

Di raporta rêxistinê de behsa kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî hatîye kirin û hatîye gotin, roja ku Hevrîn Xelef ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin 9 sivîlên din jî ji alîyê wan çekdaran ve hatin komkujkirin.

 

Li Serê Kanîyê pênc sivîl ji ber êrişa Tirkîyê şehîd bûn

Li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber êriş û bordûmana artêşa Tirkîyê 5 sivîl şehîd bûn.

 

Ajansa France Press ragihandîye, qasekî berîya niha 5 sivîl li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên artêşa Tirkîyê şehîd bûn.

 

Li gorî agahîyên ajansê, artêşa Tirkîyê agirbesta ku şeva borî Amerîka û Tirkîyê li ser wê li hev kiribûn, binpê kirîye.

 

Çavkani: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!