Navenda Nûçeyan- Parêzgarîya Dîlokê, 48 deverên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, bo heyama 15 rojan wek herêmên ewlekarîya taybet ragihandin.
Parêzgarîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, bi armanca piştevanîya ewlekarîya nav axa Sûrîyê û parastina mal û canên welatîyan biryara qedexeyê hatîye dayîn û ji welatîyan hat xwestin pabendî biryarê bin.
Li gor daxuyanîyê deverên qedexe lê hatîye ragihandin dikevin ser sînorê Cerablus û Ezazê.
K24