Civîna Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi dawî bû. Di danezana ku piştî civînê hatiye belavkirin de amaje bi helîkopeterên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li sînorê parêzgeha Duhokê ketibûn xwarê hat dayîn û tê gotin: “Geşedanên dawî yên li Iraqê, careke din bûn sedema têgihiştina niyeta sereke ya wan aktoran ku di bin navê rûbirûbûna rêxistina terorî ya DAIŞê de helîkoper jî di nav de hemû derfet û kelûpelan bo PKK/KCK-PYD/YPGê dabîn dikin û li ser vê berdewam in.”
Îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an di demjimêr 15.35an de Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) bi serokayetiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, civiya. Civîn 3 demjimêran berdewam kir.
Piştî civînê derbarê naveroka civînê de danezanek hat belavkirin.
Di danezanê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku di civînê de rewşa navçeyên erdheja 6ê Sibatê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan hatiye kirin.
Di denazanê de hatiye gotin: “Di serî de derbarê operasyonên bi biryar ên li dijî rêxistinên terorî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê de û derbarê her core gef û metirsiyeke ji derve û navxwe ya li dijî yektiya me de zanyarî pêşkêşî encûmenê hatine kirin.”
Di beşeke din a danezanê de amaje bi 2 helîkopterên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî hatiye dayîn ku çend roj berê li sînorê parêzgehêa Duhokê ketibûn xwarê û derbarê vê mijarê de hatiye gotin: “Geşedanên dawî yên li Iraqê, careke din bûn sedema têgihiştina niyeta sereke ya wan aktoran ku di bin navê rûbirûbûna rêxistina terorî ya DAIŞê de helîkoper jî di nav de hemû derfet û kelûpelan bo PKK/KCK-PYD/YPGê dabîn dikin û li ser vê berdewam in.”
Di berdewamiyê de Encûmena Ewlekariya Tirkiyê dibêje: “Bo wan aktorên ku hîmayetê li wê rêxistina terorî dikin ku di encama operasyonên me de lawaz bûye û proseya têkçûna wê destpêkiriye hatiye bîbîrxistin ku dewleta Komara Tirkiyê tevî rêxistina terorî û piştevaniya hemû ew aliyên li pişt wan, pêdagir e ku rêxistina terorî jinav bibe û li seranserê sînorên xwe rê nade ku korîdoreke terorê bê avakirin.”
Di beşeke din a danezanê de behsa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî hatiye kirin û hatiye gotin: “Ji bo avakirina aşitiyeke mayînde, kêmkirina bandora krîzên mirovî û aramiya navçeyê tekezî li ser berdewamiya hewildanan hatiye kirin.”
Derbarê asayîbûna peywendiyên Yunanîstan û Tirkiyê de jî di danezanê de hatiye gotin: “Hatiye diyarkirin ku berdewamiya keşûhewayê erênî di peywendiyên me yên ligel Yunanîstanê de ku di demên dawî de çêbûye dê sûde bigihîne herdû aliyan û navçeya me. Pêşhatên dawî yên li Deryaya Egeyê û li Rojhilatê Deryaya Spî dê ji nêzîk ve bên şopandin.”
Herî dawî di danezana Encûmene Ewlekariya Tirkiyê de amaje bi hilbijartinên 14ê Gulana 2023an jî hatiye dayîn û tê gotin: “Di civînê de tedbîrên derbarê hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê ku dê di 14ê Gulana 2023an de biehvere bên kirin, di ber çavan re hatine derbas kirin daku ew hilbijartin di keşphewayek aram û bi ewle de derbas bên kirin.”