Tirkiyê rapora Amnesty ya li ser Efrînê red kir

Hikûmeta Tirkiyê rapora rêxistina Amnesty de bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistan red kir û ragehand ku, hemû tişta di wê raporê de hatiye nerast e.

Rêxistina lêborîna navdewletîAmnesty raporeke taybet li ser rewşa bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistan îro belav kir û tê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku rê li ber binpêkirinên li dijî mafê mirovan li Efrînê bigre û Tirkiye tewanbar kir ku çavên xwe li ser binpêkirinan digire.

Hikûmeta Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragehand ku, ew qebûlnakin ku, rêxistina Amnesty hêzên Tirkiyê bi dagîrker binav bike, ji ber Tirkiyê çavê xwe ne berdaye xaka Sûriyê, tenê ew ewlehiya welatên xwe diparêzin.

Duh, rêxistina lêborîna navdewletî Amnesty raporeke taybet li ser rewşa devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistan îro belav kir û tê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku rê li ber binpêkirinên li dijî mafê mirovan li Efrînê bigre û Tirkiye tewanbar kir ku çavên xwe li ser binpêkirinan digire.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin