Tirkîye- Yekem haleta mirina Koranayê hat tomarkirin

Wezîrê Tendûrîstîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca di kongreyeke rojnemevanî de aşkere kir yekem haleta mirinê ya Koronayê li Tirkîyê hatîye tomarkirin. Herwiha jimareya kesên tûşî nexweşîyê jî bûne bûye 98 kes.

Navenda Nûçeyan - Fahrettîn Koca li Enqereya paytexta Tirkîyê di kongreyeke rojnemevanî de ragihand nexweşekî mêr ku temenê wî 89 sal e ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest daye.  Herwiha Fahrettîn Koca da zanîn ku pişkinînên wan berdewam dikin û heta niha bi tevahî li Tirkîyê 98 kes tûşî Koronayê bûne.

Di 11ê Adarê yekem halete Koronayê li Tirkîyê jî hatibû tomarkirin. Herwiha Tirkîyê jî bo rêliber belavbûna Koronayê bigire biryara girtina, kafe, restorant û holên dawet û mizgeftan dabû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e