Tirkiyeyê 500 koçber dersînorî Sûriyeyê kirin

.

Tirkiyeyê bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê zêdetirî 500 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Li gorî ofîsên deriyên Bab el-Hewayê yê bakurê Îdlib û Girê Spiyê yê bakurê Reqayê, Tirkiyeyê zêdetirî 500 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, Tirkiyeyê 165 koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyê Girê Spiyê yê bakurê Reqayê radestî grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê kirine.

Herwiha 335 koçber jî bi rêya deriyê Bab el-Hewayê yê bakurê Îdlibê radestî Desteya Tehrîr el-Şam kirine.

Ji destpêka îlonê ve Tirkiyeyê zêdetirî 900 koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyên Bab el-Hewayê yê bakurê Îdlibê û Girê Spiyê yê bakurê Reqayê dersînorî welatê wan kirine.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e