Tirkiyeyê êrişî sivîlan kiribû: Bavê Teyar jî canê xwe ji dest da

.

 Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin di bombebarana Tirkiyeyê de şehîd ket.

Balafirên Tirkiyeyê doh sivîlên ku ji bo xwenîşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. 

Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîme ku wekî Bavê Teyar tê naskirin jî di vê êrişê de birîndar bûbû.

Tîman Bavê Teyar û birîndarên din ji bo dermakirinê veguhastibû nexweşxaneyê.

Bavê Teyar îro li nexweşxaneyê şehîd ket.

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer wan deveran bombebaran dike.

Bi hezaran sivîl ji bo şermezarkirin û rawestandina şerê li Bendava Tişrînê çûn Bendava Tişrînê.

Tirkiyeyê çend caran êrişî wan sivîlan jî kir û gelek sivîl bûn qurbanî.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da