Tirkiyeyê ji ber kuştina Heniye rojekê şîna giştî ragihand

.

 Serokkomarê Tirkiyetê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wan li seranserê welat ji ber kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye rojekê şîna giştî ragihand.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye doh (31ê Tîrmehê) berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan ji ber kuştina Heniye rojekê şîna giştî ragihandiye.

Erdogan wiha gotiye:

“Bi sedema şehadeta Heniye, ji bo nîşanadana piştevaniya me ya ji bo doza Filistînê û hevgirtina xwîşk û birayên me yên Filistînî, sibe (2yê Tebaxê) rojekê şîna niştîmanî hatiye ragihandin.

Ez Îsmaîl Heniye û hemû şehîdên Filistînî bi rehmet bi bîr tînim û li ser navê şexsê xwe û miletê xwe serxweşiyê li gelê Filistînê dikim.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye doh li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye