Tirkiyeyê rawestandina geştên asmanî ligel firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir

.

Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hindirên Hîwa îro 23.12.2023an ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Tirkiyê geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê heta 22-06-2024an dirêj kir.

Roja 03-07-2023an jî, Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên ligel Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3-1-2024an dirêj kiribû û niha jî heta 22-06-2-2024 dirêj kir.

Pêştir jî Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, rawestandina geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê, ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerandibû.

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Bekraco ye ku 15 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye, kevirê bingehîn ê firokexanê di sala 2003an de hat danîn û sala 2005an temam bû û kete kar.

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan