Salê sê, çar caran diçim bakurê Kurdistanê.
Her carê wexta ez diçim û têm bi rojan di bin bandora sohbet û dimenên li wir diminim. Ev mayin yekcarna ji ali erînî û yekcarna ji ji ali neyinî di jiyana min de cih digre...
Di çuyina mina vê carê de karim bêjim ku bi dil rehetiyek venegeriyam.. Hin ez li wir bum min ev pirsa ji xwe pirsî:
Civatek çawa kare li hemberî bûyeran hewqas zu helwest biguherine û vegere halê ruhiya xwe ya salên 1990î.
Çepik, govend çûbûn, şûna wê şik destpêkiribû.
Jibo civîna Meclisa PAKê 17-18 ilonê em li Amedê bun. Xwezika berî civînê ez xwedî van çavdêrî û ditinan bûma. Minê qenet û ditina xwe bi hevalên xwe parve bikira.
Di vê nivisa xwe de dixwazim çavderiyên xwe binivsinim.
Hewldana darbeya eskerî û pişti wê rewşa awarte bi xwe re temaşevaniyê û şikbariyê zêde kiriye.
Tahlila refleks û helwesta civatê û ji bûyeran encam derxistin karê civaknasa ye. Tiştek bala min kişand: Dewleta Tirk bi strateji û konsepteka nû nêzikî tevgera kurd dibe.
Eşkere nebêjin ji navê vê stratejiyê ji ser aboriyê tirs firandine.
Tirs û aborî.
Ev herdu xal ji strateji û konsepta nû ya dewletê ye.
Kurdên xwedî bawerî û di helwesta xwe de xwedî istiqrar in tirsê tirsandine an bi gotinekî din „tirsê kuştine“
Rewş çi dibe bila bibe li hemberî bûyeran seknek wan heye.
Bi tekoşina xwe ji vê yekê dane îspatkirin.
Vê carê dewlet bi stratejî konsepta xwe ya nû dixwaze kurda ji ser aboriyê „terbiye“ bike.
Aktuel 12 hezar mamoste ji kar hatibûn bi dûr xistin. Ev yeka mijara her mal û civata ku ez beşdar bûm. Dewletê tevi vê kiryarê xwe yi ne demokratik dest bi şere piskolojiyê ji kiribû.
Di her civatê de mijar ev bû „Mamosteyên ku ji kar hatine bi dûr xistin ewê vegerin ser karê xwe. Ev yeka perçeyek ji şerê piskolojiyê ye. Bi zaneyi dihat kirin. Rojek hêvi dida roja din hêviyê dikuşt. Bi vê yekê dixwest rê li ber berxwedana mamosteyan bigre.
Li Weransehrê 130 mamoste ji kar hatibun bi dûr xistin jibo çalekiya protestoyê „30 mamoste beşdari çalekiyê“ bubun.
Abori bingeha her tişti ye....Wexta hun ji ser abori civatê terbiye bikin an birçî bihêlin ev kare jiyana insanan zor û zehmetir bike lê jibir nekin emrê desthilatdariya we ji dirêj najo.
Gotinên ewê dor were hemû karmend û xebatkarên din di nav civatê de buye sedema tirsê û pêvajoyek nû.
Bi qeneta min ev yeka kare kurda vegerine nasname û hebûna welatê xwe.
Divê tevgera kurd vê stratejiya dewletê baş bibine û li gor wê tetbiran bigre.
Miletê kurd, tirsa mirinê kuştiye lê ewê tirsa tirsandina bi aboriyê çawa bikujin ew ji mijarek din e.
25.09.2016