TOBB: Li Tirkiyê di 7 mehan de zêdeyî 12 hezar kompanya hatine girtin

.

 Li gor amarên Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiye (TOBB) Temûza îsal hezar û 662 û di 7 mehên destpêka îsal de jî hejmara kompanyayên hatine girtin 12 hezar derbas kiriye. Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiye (TOBB) amarên damezrandin û girtina kompanyayên Temûza 2022ê eşkere kirin.

Li gor amarên TOBBê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Temûza îsal de li gor heman meha sala borî hejmara kompanyayên hatine girtin ji %53.7 zêde bûye û di vê mehê de hezar û 662 kompanyayên din hatine girtin. Herwiha hejmara kargehên bazirganî yên şexsî ku hatine girtin jî bi rêjeya %4.8 zêde bûye.

Di 7 mehên îsal de jî li gor 7 mehên 2021ê hejmara kompanyayên hatine girtin bi rêjeya %78.6, hejmara koperatîfên hatine girtin bi rêjeya %71.1 û hejmara kargehên bazirganî yên şexsî ku hatine girtin jî bi rêjeya %5.5 zêde bûye. Li gor amaran Temûza îsal  li gor meha Hezîrana heman salê hejmara kompanyayên hatine damezrandin jî bi rêjeya %37.7 kêm bûye.

Li gor amarên TOBBê di meha Hezîrana îsal de li gor meha borî hejmara kompanyayên hatine girtin ji %32 zêde bûye û derketiye 2 hezar û 640 kompanyayan. Di heman demê de hejmara kompanyayên hatine damezrandin jî bi zêdebûna ji %41.9an ji 9 hezar û 438an derketiye 13 hezar û 396 kompanyayan. Di Gulana îsal de 2 hezar kompanya hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'