Topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Perexê berdewam e

.

Li go agahiyên K24ê Îslam Yûsif ragihand, topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Perexê berdewam e û di şev û roja borî de 21 gulleyên top li derdora Perexê ketine xwarê.

Li gor zanyariyên Peyamenêrê K24ê, di nava 24 demjimêrên borî de 21 gulleyên top li derdora gundê Perexê ketine xwarê.

Topbarankirina wê deverê ji roja çarşemê ve dest pê kiriye û di êrîşa yekem de 9 geştyar hatin kuştin û zêdetirî 25 kes jî birîndar bûn, ku piraniya wan xelkê naverast û başûrê Iraqê bûn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn