– Şîrketa petrolê ya Tirkiyê TPAO di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê petrolê keşf kirine. TPAO mijarê weha ragihand:
“Li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê keşfekî nû. Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê bi 32 km li rojhilatê wê, di encama xebata me ya di bîra Günyurdu-1 ê de bi qiymeta 11,8 API keşfa petrola giran hatiye kirin.”