Hilbijartina Serokatiya Amerîkayê bi serdestiya Donald Trump ber bi dawîyê ve çû. Li gorî encamên dawî yên nefermî namzedê komarparêz Donald Trump bû Serokê 45.mîn yê DYAyê. Hilary Clinton serdestîya wî qebûl kir û ew pîroz kiriye.
Partîya Komarparêz ne tenê seroktîya DYAyê herweha him di Meclîsê de him jî di Senatoyê de piranîya endaman bi dest xistin.
Trump di hemû kampanyaya hilbijartinê de ji derveyî rûtinan propaganda kir; misilmanên radîkal û meksîkî kir hedefa xwe; hinek hevalên wî yên partîya komarparêz wî bi dînîtiyê û hinek jî bi ahmeqîyê îtham kir. Hinek wî wek merivê Pûtîn yê Serokê Rûsyayê hesiband. Kes îhtîmal nedida ku ew qezenc bike; medya jî bi aweyekî xurt li ser rayagiştî tesîrê çêkir ku ew ê qezenc meke.
Lê li gor anketa %52 yê Amerîkî di wê bawerîyê de bûn ku şerê li dijî DAÎŞê baş nahê kirin. Herweha rêjeyek mezin Amerîkî guherîn dixwestin.
Heta hatibû ji bîr kirin ku civata Amerîka civateka tradisîyonel e, ji 1895 vir ve tu carî partîyekê sê caran li ser hev hilbijartin qezenc nekirîye. Amerîkî bi vê hilbijartinê jî ev geleneka xwe xerab nekir; piştî du caran, cara sêyem dengê xwe neda namzeda Partîya Demokrat Hilary Clinton.
Qezenckirina Donald Trump ji bo gelek sîyasetmedar û serok û berpirsîyarên dewlet û hukimetan suprîz bû. Tenê li ewrûpayê partiyên rasîst û yên dijminayetîya biyanîyan dikin bi hilbijartina wî kêfxweşîya xwe anîn zimên.
Bi guherandîna seroktîyê, sîyaseta Amerîka bi taybet jî sêyaseta wê ya ewleyî û derve bi temamî nahê guhertin; lê di warî guharînan de Komarparêz li gor Demokratan radîkaltir in; yanî wek ablema xwe ya Fîl tevdigerin. Divê em ji bîr nekin wexta serokên Komarparêz li Amerîkayê li îktdarê bûn bi midaxaleya wan li Rojhilata Navîn guhartin çêbûn û bi saya sîyaseta wan Kurdistana Başûr gihaştîye vê rewşê.
Îro li Rojavayê Kurdistanê û herweha li Başûrê Kurdistanê şerekî dijwar li dijî DAÎŞê heye; Rojava ber bi destxstina statuyêkê, Başûr ber bi serxwebûnê ve pisûlaya xwe dîyar kirine.