Navenda Nûçeyan- Donald Trump duh bi serdaneke çaverênekirî çû Efxanistanê û serdana leşkerên welatê xwe li binkeya leşkerî ya Begramê kir.
Trump di axavtinekê de li serbazgeha Begramê amaje bi rewşa Efxanistanê kir û ragihand: “Talîban rêkeftinê dixwaze û em jî bi wan re dicivin û ji wan re dibêjin, divê aribest were ragihandin û niha jî ew ji bo ragihandina agirbestê amade ne.”
Donald Trump derbarê şerê li dijî DAIŞê de jî axivî û got, Amerîka bi temamî DAIŞ têk bir û serkirdeyê wê Ebûbekir Bexdadî jî kuşt.
Bi gotina Trump piştî ku wan xelîfeyê DAIŞê li Sûrîyê kuşt, niha bala wan li ser çend mijarên din e. Serokê Amerîkayê dîyar kir, rast e hêzên wan li çend navçeyên Sûrîyê vekişîyan, lê belê niha hebûna wan li hin navçeyan heye.
Donald Trump herwiha destnîşan kir, hêzên wan parastina petrolê dikin ku ji bo Kurdan çavkanîyê dahatê ye û tekez kir, bi rêya parastina petrolê ew dê alîkarîya Kurdan li Sûrîyê bikin.
Her di çarçoveya serdana berprisên pilebilind ên Amerîkayê bo cem leşkerên welatê xwe li cihên din ên cîhanê bi boneya cejna supasguzarîyê, êvara roja Şemê 23ê Mijdara 2019an Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence serdana binkeya serbazî ya el Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê kir û bi serbazên welatê xwe re civîya.
Piştre Mike Pence serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîya û herdu alîyan di wê hevdîtinê de têkilîyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj kirin.
Pence paşê di twîtekê de ragihand: “Ji bo min şerefekî mezin bû ku li Hewlêrê min serok Barzanî dît, li ser navê serok Trump, min tekezî li ser hevpeymanîya bihêz a navbera Amerîka û gelê Kurd ku di encama şer de li navçeyê çê bibû, kir.”
Çavkanî: Rûdaw