Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarîya merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.
Herwiha Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Jibo kesên ku dipirsin, ezê di merasîma sondxwarinê ya 20ê Rêbendanê de cîh negirim.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku Biden di 20ê mehê de bi merasîmeke girseyî bi fermî dibe serok û pir caran serokê ku dest ji kar berdide beşdarîya wê merasîmê dibe.