Trump: Ger konseya delegeyan bibêje Biden serok e, ez ê ji Qesra Spî derkevim

.

Li ser encamên hilbijartinên Amerîkayê Serokê Amerîka Donald Trump axivî û got, ger Desteya Hilbijêr Serokê hilbijartî yê Demokrat hilbijêre, ew ê ji Qesra Spî derkeve.

Li gor zanyariyan, Desteya Hilbijêr dê di 14ê Berfanbarê de kom bibe û çaverê ye ku Biden di 20ê Çileyê de dest bi seroktiyê bike.

Trump piştî axaftina xwe ya do li Qesra Spî di derbarê pîrozbahiya Roja Spasdariyê de axivî û destnîşan kir, li Amerikayê di hilbijartinên serokatiyê de hîle çêbûye û ew dê hemû rêyên hukukî bi kar bîne.

Li ser pirseê Trump da zanîn: ‘‘Ger konseya delegeyan biryar bide ku Biden wek serokê Amerikayê hatiye hilbijartin, ez ê ji Qesra Spî derkevim. Lê ev biryara konseya delegeyan dê ne hukukî be.’’

Biden di hilbijartinên 3yê Mijdarê de 306 û Trump 232 delege bi dest xistibûn, ku bo serkertinê 270 delege pêwîst bûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne