Reutersê belav kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya Umanê peyamek ji Komara Îslamî ya Îranê ra şandiye û hişyarî daye berpirsên Îranê heger deriyên diyalogê veneke Amerîka dê êrîşî Îranê bike.
Reutersê belav kiriye ku Donald Trump duh şev piştî civîna berpirsên pilebilind ên Ameîrkayê li Koşka Spî, bi rêya Umanê peyameke tund ji Îranê ra şandiye.
Herwiha Reutersê daye xuyakirin, ku peyama Trump bi rêya Umanê duh şev gihîştiye Rêberê Îranê Elî Xamanêyî û Trump di vê peyama xwe da bi tundî hişyarî daye berpirsên Îranê û gef xwariye ku Amerîka dê êrîşî Îranê bike.
Li aliyê din berpirsên Îranê jî amaje bi wê yekê kirine wê Elî Xamaneyî bersiva nameya Amerîkayê bide.
Rojhilta Navîn Haberleri
Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes