Trump: Îran ji başîtîyê Fehm Nake

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku ger Îran êrîşê hêzên wan bike ewê bersîveke mezin û bi hêz bidin.


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku ger Îran êrîşê hêzên wan bike ewê bersîveke mezin û bi hêz bidin.

Trump da zanîn ku Îran ji ‘’başîtî û merhemetê fehm nake’’

‘’Mixabin tenê ji hêz û qudretê fehm dikin. Amerîka bi ferqeke mezin xwedîyê artêşa herî mezin ya cîhanê ye’’ Trump nivîsî.

Wî da zanîn ji ber ‘’kiryarên şaş’’ yên rêvebirîya tehranê gelê Îranê bi kêşeyan re rû bi rû maye.

Serokê Amerîkî bi berdewamî dîyar kir ku êdî dewra John Kerry û Obama bi dawî bûye.

Trump roja Înê dabû zanîn ku wî bo êrîşa dijî Îranê ferman daye, lê piştre jiber gumana kuştina 150 Îranîyan wî ferman betal kiriye.


 

Amerîka Haberleri

Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be
Amerîkayê derbarê leşkerê li Îzmîrê telîs xistibûn serî wî daxuyanî da
Biden: Ez piştgiriyê didim namzediya Kamala Harrisê
Biden derbarê êrişa li dijî Trump daxuyanî da
RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir