Trump: Min ji Tirkîye re got bi Kurdan re li hevûdu bikin, aştîyê pêkbînin”

Serokê Amerikayê Donald Trump dîyarkir, ku ji Tirkîye re gotîye: “Bi Kurdan re li hevûdu bikin, aştîyê pêkbînin”.

Serokê Amerika ji kanala telewizyonî ya FOX News re, bi taybet li ser Vayrosa Korona (Covid -19), herweha mijarên din ên rojevê daxuyanî dan.

Di hevpeyvîna xwe de Donald Trump anî ziman, ku ji Tirkîye re gotîye “Başîyekê bi min bikin. Ligel Kurdan peymanekê imze bikin û aştîyê pêkbîn in”.

Trump, Erdogan bi hezkirê Tirkîye pênase kir û got, ku “Erdogan û Kurdan jî,  di destpêkê de ev daxwaz ne pejirandine”.

Serokê Amerika dîyarkir, ku di dawîyê de alîyan peyman vajo/imze kirin e

K24

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e