Trump naxwaze Tirkîyê ceza bike!

Medyaya Amerîkayê radigihîne, Trump têbinîyek ku li dijî cezakirina Tirkîyê derdikeve, şandîye Kongreya Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya “The Daily Beast” a Wezareta Derve ya Amerîkayê, Trump têbinîyek ku ji heft rûpelan pêk tê û li dijî projeyasaya cezakirina Tirkîyeyê derdikeve, ji senatorên ku serkêşên cezakirina Tirkîyeyê dikin re şandîye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dîyar dike, projeyasaya cezakirina Tirkîyê dê zîyaneke dijwar bigihîne pêwendîyên Tirkîye û NATOyê. Herwiha projeyasa dê pêwendîyên Tirkîye û Amerîkayê jî têk bide û Tirkîyê nêzikê Rûsyayê bike. Herwiha hin xalên projeyasayê hene ku ew bi ti awayî nikarin wan qebûl bikin.

Projeyasaya Cezakirina Tirkîyê ji Civata Nûnerên Amerîkayê derbas bûbû û dê Senatoya Amerîkayê wê bixe dengdanê. Ew projeyasa, Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan û cigîrê wî û 5 wezîrên Tirkîyeyê ceza dike û di warê leşkerî û bazirganî de cezayên dijwar ji Tirkîyê re dixwaze.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e