Trump: Rûsya, Sûrîyê Îranê li Îdlibê sivîlan dikujin

Serokê Amerîka Donald Trump îro roja pêncşemê 26-12-2019an hişyarî da Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê ya Sûrîyê sivîlan nekujin.

Navenda Nûçeyan- Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Donald Trump ragihand:”Rûsya, Sûrîyê û Îranê aniha bi hezaran sivîlên masûm dikujin yan hazirî dikin ku bi hezaran ji wna li Îdlibê bikujin. Wî tiştî nekin. Tirkîye pir dixebite ku vê yekê rawestîne.”

Hêjayî gotinê ye rejima Sûrîyê bi alîlarîya Îranê û Rûsyayê hefteyeke operasyon li dorûbera Îdlibê daye destpêkirin û hewl didie bajarê Îdlîbê ji destê komên çekdar ê îslamî derxe. 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!