Trump û rêveberên Îsraîlê li ser ‘’Plana Aştîyê’’ dicivin

Serokê Amerîka Donald Trump dê îro 27.01.2020ê Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberîya wî Benny Gantz re bicive.

Navenda Nûçeyan- Trump dê berê bi Netanyahu re, dûre jî bi Gantz re kom bibe.
 

Li ber e ku Trump di her du hevdîtinan de ser Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn agahîyan bide.
 

Reuters dide zanîn ku hevdîtin dê roja Sêşemê jî bidomin.
 

Netanyahu berî ber bi Washingtonê ve bi rêkeve got ku ‘’Ezê roja Duşemê bi Serok Trump re bicivim û emê roja Sêşemê tev agahîyên dîrokî bidin’’
 

Rêberê opozîsyon ango rikeber ê Îsraîlê, Serokê Tifaqa Şîn û Sipî Benny Gantz jî pişrast kir ku ewê roja Duşemê bi Trump re bicive.
 

Gantz jî, ku berê serfermandarîya Îsraîlê bû, piştgirîya Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn ya Trump dike.
 

Trump dabû zanîn ku Filîstînî dê di serî de dijî planê derkevin û gotibû ku ‘’lê ew plan li gor berjewendîyên wan e jî.’’

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e