Tevî nakokiyên di navbera Emerîka û Tirkiyê û nezelaliya nexşerêya plana li ser Minbicê, doh bi şev Emerîka û Artêşa Tirkiyê li Minbicê operasyoneke hevbeş pêk anîn ku ev 29emîn operasyon e û armanca TSKyê jî derxistina hêzen YPGê ye.
Ji 18ê Hezîrana îsal ve, Amerîka û Tirkiyê çendîn manor û çalakiyên hevbeş li bajarê Minbic pêk anîne û mebesta Tirkiyê, dûrxistina hêzên YPG û PYD ye.
Ji aliyekî din ve û li gorî nûçeyeke ajansa Anadolê, piştî bidawîbûna operasyona hevbeş li Minbicê, wê Tirkiye û Amerîka karên xwe yên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.